Skip to main content

M. Zana K.

Eshabê Kehf qiseya wan mirovan e ku weke “dostên şikeftê” û “heft ên razayî” tê zanîn û wan kesan ji bo bawerîya xwe cihê xwe terikandine, xwe spartine şikeftekê û derdora 309 salî di wê şikeftê de di xew de mane. Eshabê Kehf di çîrokên... more
Eshabê Kehf qiseya wan mirovan e ku weke “dostên şikeftê” û “heft ên razayî” tê zanîn û wan kesan ji bo bawerîya xwe cihê xwe terikandine, xwe spartine şikeftekê û derdora 309 salî di wê şikeftê de di xew de mane. Eshabê Kehf di çîrokên efsanewî û menqibeyî de, di Qur'ana pîroz û di gelek bawerîyan de jî hatiye zikirkirin. Ev çîrok hem di nav gel de hem jî di edebîyata klasîk de gelekî bal kişandiye û bûye unsûreke telmîhê. Ev telmîh di edebîyatên rojhilata navîn de gelekî hatiye bikaranîn û bi heman awayî di edebîyata Kurdî ya Klasîk de jî ji xwe re ciyek girtiye. Ev çîroka Eshabê Kehfê hem weke mesnewîyên serbixwe hem jî di nav helbestê de bi atif û şibandinan ve weke telmîh jî zêde hatiye bikaranîn. Ev telmîh bi gelemperî bi rêya sûreya Kehfê, kesayetên di çîrokê de, şikefta çîrokê, kûçikê bi navê Qitmîr û bi motîfa xewê ve hatiye bikaranîn. Armanca vê xebatê ew e ku di çarçoveya edebîyata berawirdî de ligel mînakên edebîyata Tirkî ya Klasîk cihê vê telmîhê di edebîyata Kurdî ya klasîk de jî li ber çavan bê raxistin.
Bêjeyên Sereke: Telmîh, Qiseya Eshabê Kehfê, Çîrok, Helbesta Klasîk, Edebîyata Berawirdî
MOLLA HALÎT’IN "FOLKLORİK MANZUMESİNDE" KÖY HAYATI İZLERİ ÖZET Molla Halit Licewî, 1934 yılında Diyarbakır’ın Lice ilçesine bağlı Melan mahallesinde dünyaya gelmiş. Mela Xalid’ın resmi adı Halit Ayçiçek olup kendisi Remo... more
MOLLA HALÎT’IN "FOLKLORİK MANZUMESİNDE" KÖY HAYATI İZLERİ

ÖZET
Molla Halit Licewî, 1934 yılında Diyarbakır’ın Lice ilçesine bağlı Melan mahallesinde dünyaya gelmiş. Mela Xalid’ın resmi adı Halit Ayçiçek olup kendisi Remo ailesindendir. Şiirlerinde “Mayî” yi mahlas olarak kullanmış ve uzun yıllar saat tamiriyle uğraştığı için “Saatçi Halit” olarak da tanınmıştır. Yedi yaşında medreselerde Arapça öğrenmeye başlamış ve yirmi yaşına kadar birçok medresede birçok alim ve molladan dersler almıştır. Arapça öğrendikten sonra Molla Halit, on yaşındayken Alibardak köyüne gitmiş ve Molla Kemal Alibardakî'nin talebesi olmuştur. Molla Halit 1946 yılının sonbaharında Şeyh İsmetullahê Karazî’nin yanına gitmiş ve dört yıl onun yanında okumuştur ve yaklaşık on yıl boyunca çeşitli medreselerde eğitimine devam etmiştir. Molla Halit yirmili yaşlarında imamlık yapmak üzere Diyarbakır merkezine gelmiştir. Burada hem evlenmiş hem de bir fabrikada çalışmaya başlamıştır. Molla Halit 1957'de askere gitmiş ve askerdeyken yazmaya başlamıştır. Molla Halit askerden döndükten sonra 1965 yılında Heşoli, Batrik köylerinde ve Lice’nin çevresinde yaklaşık 8 yıl imamlık yapmış ve daha sonra imamlığı bırakmıştır. 1965 yılından beri Diyarbakır’ın Sur ilçesinde küçük bir dükkanda saat tamirciliği yapmakta ve halen hayattadır.
Molla Halit medrese kültüründe eğitim görmüş, klasik ve folklorik tarzda birçok şiir yazmıştır. Molla Halit’in şimdiye kadar Türkiye'de iki kitabı yayımlanmıştır. Serpêhatiyên Zana adlı manzum hikâye kitabı 2011 yılında, Derdname adlı şiir kitabı ise 2020 yılında yayımlanmıştır. El yazması şeklinde olan manzum bir eseri ise elimizde olup bu çalışmamızın konusu olmuştur.
Molla Halit'in çoğu dörtlük şeklinde kaleme aldığı bu manzumesi henüz hiçbir yerde yayımlanmamış ve üzerinde herhangi bir akademik çalışma yapılmamıştır. Eser manzum bir hatırat şeklinde yazılmıştır. Bu eserde Kürtlerin köy yaşamına dair güçlü gözlemlere yer verilmiş ve eserde köylülerin yaşamı ana konu haline gelmiştir.
Bu çalışmada öncelikle Molla Halit Licewî'nin hayatı ve eserleri kısaca ele alınacaktır. Ardından Arap harfleriyle yazılmış olup henüz el yazması şeklinde olan eser üzerinde durulacaktır ve bu eser ayrıntılı bir şeklide tanıtılacaktır. Bu çalışmada bu manzum eseri Arap haflerinden Latin haflerine çevrilecek ve folklorik unsurları değerlendirilecektir. Aynı şekilde bu eser şekil ve içerik açısından da incelenecektir.
Anahtar Kelimeler: Mola Halit Licewi, Manzume, Folklor Unsurları, Kürt Köy Hayatı, Şiir

DI "MENZÛMEYA FOLKLORÎ" YA MELA XALID DE ŞOPÊN JÎYANA GUNDEWARÎ

KURTE
Mela Xalidê Licî di sala 1934an de li Licêya Diyarbekirê li taxa Melan hatiye dinê. Mela Xalid ji Mala Remo ye, navê wî yê fermî Halit Ayçiçek e, mexlesa wî ya helbestê “Mayî” ye û ji ber ku bi salan e karê tamîra saetan dike weke Xalidê Saetçî jî tê naskirin. Di heft salîya xwe de li medreseyan dest bi xwendina Erebî kiriye û heta bîst saliya xwe li gelek medreseyan li ba gelek alim û melayan ders xwendiye. Mela Xalid piştî ku hînî Erebî bûye di deh salîya xwe de çûye gundê Elîbardaxa û bûye feqîyê Mela Kemalê Elîbardaxî. Mela Xalid di payîza sala 1946an de jî çûye li ba Şêx Îsmetullahê Karazî çar salan ders wergirtine. Herweha Mela Xalid derdora deh salan li medreseyên cuda yên welat xwendina xwe domandiye. Mela Xalid di bîst salîya xwe de ji bo melatiyê hatiye navenda Diyarbekirê û li vê derê hem zewicîye û hem jî di febrîqeyekê de dest bi kar kiriye. Mela Xalid di 1957an de çûye leşkerîyê û li leşkeriyê dest bi nivîsê kiriye. Piştî vegera ji leşkeriyê heta 1965an li gundê Heşolî û Batrîkê û li derdora Licê nêzî 8 salan melatî kiriye û paşê dev ji melatîyê berdaye. Ji sala 1965an û vir ve li Sûra Diyarbekirê di dikaneke biçûk de karê tamîra saetan dike û li heyatê ye.
Mela Xalidê Saetçî jî yek ji derçûyên medreseyan e û bi terza klasîk û folklorî gelek helbest nivîsîne. Heta niha li Tirkiyeyê du pirtûkên Mela Xalid hatine çapkirin. Kitêbeke wî ya çîrokên biqafiye di 2011an de bi navê Serpêhatiyên Zana hatiye çapkirin û Dîwaneke wî jî di 2020an de bi navê Derdname ve hatiye çapkirin. Berhemeke wî ya menzûm jî weke destxet li ber destê me ye ku bûye mijara vê xebatê.
Ev menzûmeya Mela Xalid ku bi piranî bi teşeya çarîneyê hatiye nivîsîn heta niha li derekê nehatiye belavkirin û xebateke akademîk li ser nehatiye kirin. Berhem weke serpêhatîyeke menzûm hatiye nivîsîn. Di vê berhemê de çavdêrîyeke xurt ya jîyana gundewarî ya Kurdan derketiye pêş û jîyana gundîyan bûye mijara sereke.
Di vê xebatê de pêşî bi kurtasî dê li ser jiyan û berhemên Mela Xalidê Licî bê sekinîn. Paşê dê li ser vê berhema ku hêj destxet e û bi tîpên Erebî hatiye nivîsîn were rawestan û dê berhem bi berfirehî bê naskirin. Di vê xebatê de dê hemû berhem ji tîpên Erebî were veguhestin ser tîpên Latînî û dê ji alîyê unsûrên folklorî ve were nirxandin. Herweha dê berhem ji aliyê ruxsarî û naverokî ve were vekolîn.
Peyvên Sereke: Mela Xalidê Licî, Menzûme, Unsûrên Folklorî, Jîyana Gundewarî ya Kurdan, Helbest
OSMAN ESAD EFENDÎ’NİN MÜLEMMALARI ÜZERİNE BİR ANALİZ ÖZET: Osman Esad Efendi Babij 1852 yılında Siverek'te dünyaya gelmiş. Babasının adı Hacı Eyûb Efendi, annesinin adı Emine Hanım'dır. Osman Efendi, "Bab" köyünden olduğu için ona Osman... more
OSMAN ESAD EFENDÎ’NİN MÜLEMMALARI ÜZERİNE BİR ANALİZ
ÖZET:
Osman Esad Efendi Babij 1852 yılında Siverek'te dünyaya gelmiş. Babasının adı Hacı Eyûb Efendi, annesinin adı Emine Hanım'dır. Osman Efendi, "Bab" köyünden olduğu için ona Osman Efendi Babij denilmiştir. Osman Efendi ilim ve medrese ehli bir şahsiyete sahiptir. İlk eğitimini Zülfikar Zühdi Efendi'den almış ve 1882 yılında da icazetini almıştır. Osman Efendi, 1884 yılında memurluğa başlamış ve mahkeme üyesi olmuş. Siverek müftüsü Zülfikar Zühdi Efendi'nin vefatından sonra onun yerine Siverek müftüsü olmuş. 1928 yılında 77 yaşında vefat eden Osman Esad Efendi'nin mezarı Siverek mezarlığındadır.
Osman Esad Efendi çok dilli bir yazardı; Dimilice (Zazaca), Kurmancca, Arapça, Farsça ve Osmanlıca (Türkçe) bilmekteydi. Osman Efendi medrese ehli olduğu için hem medrese müderisliği hem de şairliği vardı. Osman Efendi, klasik edebiyat tarzında Dimilice bir mevlüt ve bazı ölçülü şiirler yazmıştır. Şuana kadar elimize mülemma tarzında yazılmış iki şiri geçmiştir ve bu şiirlerinde “Esad” mahlasını kullanmıştır. Çok dilli olan bu şiirleri de onun edebiyat cenahından bir şahsiyet olduğunu ve edebiyatta mahir bir kişi olduğunu göstermektedir. Bir mülemması 10 beyitten, diğeri ise 38 beyitten oluşmaktadır. Bu çalışmamızda bu iki mülemmanın Latinize metinlerini sunacağız ve bu iki şiiri klasik edebiyat açısından şekil ve içerik bakımından ele alıp değerlendireceğiz.
Anahtar Kelimeler: Osman Esad Efendî, Esad, Siverek, çokdillilik, mülemma

ANALÎZEK LI SER MULEMME‘ÊN OSMAN EFENDÎYÊ BABIJ

Kurte:
Osman Es‘ed Efendîyê Babij di sala 1852yan de li Sêwregê hatiye dunyayê. Navê bavê wî Hecî Eyûb Efendî û yê diya wî jî Emîne Xanim e. Ji ber ku Osman Efendî ji gundê “Bab”ê ye jê re Osman Efendîyê Babij hatiye gotin. Osman Efendî ehlê ilm û medreseyê ye. Xwendina xwe ya ewil li ba Zulfîkar Zuhdî Efendî kiriye û îcazeya xwe di 1882yan de wergirtiye. Osman Efendî di 1884an de dest bi karmendiyê kiriye û bûye azayê dadgehê. Piştî wefata Zulfîkar Zuhdî Efendîyê miftîyê Sêwregê, ew li şûna wî bûye miftî û li Sêwregê miftîtî kiriye. Osman Efendî di 1928an de di 77 salîya xwe de çûye ber dîlovanîya Xwedê û gora wî li goristana Sêwregê ye.
Osman Es‘ed Efendî edîbekî pirzimanî bûye; bi Dimilî, Kurmancî, Erebî, Farisî û Osmanî (Tirkî) dizanûbûye. Osman Efendî ji ber ehlê medreseyê bûye seydatîyê wî û şairtîya wî jî hebûye. Osman Efendî di çarçoveya edebîyata klasîk de mewlûdeke bi Dimilî û hin helbestên kêşdar nivîsîne. Heta niha du helbestên wî yên bi terza mulemme‘ê ketine destê me û di van helbestên xwe de mexlesa “Es‘ed” bi kar anîye. Ev helbestên wî yên pirzimanî jî nîşan didin ku kesekî ji ehlê edebîyatê ye û di edebîyatê de kesekî şareza bûye. Mulemme‘ek wî ji 10 malikan û ya din jî ji 38  malikan pêk tê. Em ê di vê xebatê de  metnên van her du mulemme‘an bi Latînî bidin û em ê di çarçoveya edebîyata klasîk de ji alîyê ruxsarî û naverokî ve li ser van her du helbestên wî bisekinin û wan binirxînin.
Peyvên Sereke: Osman Efendîyê Babij, Es‘ed, Sêwreg, pirzimanî, mulemme‘
ALIKAN TRIBE AND TWO POETS OF THIS TRIBE SUMMARY Alikan tribe is one of the Kurdish tribes that live as nomads and engage in animal husbandry. This tribe is spread in many different regions. According to the seasons, the places of this... more
ALIKAN TRIBE AND TWO POETS OF THIS TRIBE
SUMMARY
Alikan tribe is one of the Kurdish tribes that live as nomads and engage in animal husbandry. This tribe is spread in many different regions. According to the seasons, the places of this tribe change. The Alikan tribe settled around Lake Van in summer and in cities and districts such as Farqin, Batman, Bişeri, Cizîr, Xerzan and Sirte in winter. The Alikan tribe is made up of tribes and the names of the tribes of the Alikan tribe are as follows: Cudigan, Çengoven, Ozigan, Neciman, Mehman, Birivan, Şehidan and Şehevan. Information about this tribe can be found in the documents about the Hamidiyya Regiments and in historical sources.
The Alikan tribe played an active role in the Ottoman era, and also in the field of literature, two literary representatives came from this tribe and wrote literary-religious works. Feqe Reşîdê Alikî and Mela Yasîn Alikî are two poets and scholars of this tribe. Both of the mentioned persons were educated in madrasahs of the region and taught. The two poets mentioned are relatives, and their family moved from the Cizir region to Van and from there to Patnos district of Ağrı around 1882.
Feqe Reşîdê Alikî was born in the year 1300/1883 in the Botan region, near Eruh in the village of Weris. There is no definite information about his education. As it is known, after completing his education, he started teaching in Qubik village and also became the imam of the village. During the Russian attacks, Feqe Reşîd was appointed as the leader of an immigrant caravan and moved to Sandıklı Afyon with this caravan. Nothing is known about his life in Afyon. There is no information about the teachers we have. Until now, two of his works named Sirru'l Mehşer and Cîhanşah have been published, as well as two poems attributed to him. Feqe Reşîd's poetry and two works are in Kurmanji Kurdish, and his works are written in a simple language and in the form of verse.
Mella Yasîn Aliki is the son of Feqe Reşîdê Alikî's cousin. The birth date of Mela Yasîn is not known for sure. According to sources, he was born in Panos in 1891/1901 and died in Patnos district of Ağrı in 1976. Mela Yasîn Alikî has received lessons from several scholars. In addition, Mela Yasin also engaged in teaching after his education and several people completed their education under him. Mela Yasîn Alikî left behind his work called Xezwetu Huneyn and 5 poems. His work is in the nature of cengname, and this novel and his poems are in Kurmanji Kurdish. In this work, we will talk about the short history of the Alikan tribe and introduce the two important writers of this tribe. We will also briefly introduce their products.
Keywords: Alikan Tribe, Nomadism, Kurdish Literature, Feqe Reşîdê Alikî, Mela Yasîne Alikî.

EŞÎRA ALIKAN Û DU EDÎBÊN VÊ EŞÎRÊ
KURTE
Eşîra Alikan yek ji wan eşîrên Kurdan e ku koçer e û bi ajaldarîyê re mijûl dibe. Ev eşîr li gelek herêmên cûda belav bûye. Li gor demsalan cih û warên vê eşîrê diguhere. Eşîra Alikan havînan li derdora gola Wanê û zivistanan jî li bajar û navçeyên weke Farqîn, Batman, Bişêrîyê, Cizîrê, Xerzan û li Sêrtê bi cih bûne. Eşîra Alikan ji qebîleyan pêk hatiye û navên qebîleyên eşîra Alikan weha ne: Cudîgan, Çengoven, Ozîgan, Necîman, Mehman, Bîrîvan, Şehîdan û Şehevan. Agahîyên derheqên vê eşîrê de di belgeyên derbarê Alayên Hemîdîyeyê û di çavkanîyên dîrokî de jî derbas dibin.
Eşîra Alikan roleke çalakger di serdema Osmanîyan de lîstiye û herweha di warê edebîyata de jî du nûnerên edîb ji vê eşîrê derketine û berhemên edebî-dînî nivîsîne. Feqe Reşîdê Alikî û Mela Yasînê Alikî du helbestvan û alimên vê eşîrê ne. Her du kesên navborî di medreseyên herêmê de perwerde bûne û muderîsî kirine. Her du helbestvanên navborî xizmên hev in û malbata wan derdora 1882yan de ji herêma Cizirê berê xwe dane Wanê û ji wir jî koçî Panosa Agirîyê kiriye.
Feqe Reşîdê Alikî di sala 1300/1883yan de li herêma Botan, li der û dora Erûhê li gundê Werîsê ji dayîk bûye. Derheqê perwerdeya wî de agahîyên teqez li ber destan tune ye. Li gor ku tê zanîn piştî ku tehsîla xwe xelas kiriye li gundê Qubikê dest bi melatîyê kiriye û herweha muderîsê gund bûye. Di serdema êrîşên Ûris de Feqe Reşîd ji bo kerwanekî koçber weke rêber hatiye destnîşankirin û bi vî kerwanî koçî Sandikliya Afyonê bûye. Agahîyên derheqê jîyana wî ya li Afyonê tiştek nayê zanîn. Derheqê seydayên wî de ti agahî li ber destan tune ne. Heta niha du berhemên wî yên bi navên Sirru’l Mehşer û Cîhanşah hatine çapkirin û herweha 2 helbestên ku ji bo wî hatine nîsbetkirtirin jî hene. Helbest û her du berhemên Feqe Reşîd jî bi Kurdîya Kurmancî ne û berhemên wî bi zimanekî sade û bi awayê menzûm hatine nivîsîn.
Mela Yasînê Alikî kurê pismamê Feqe Reşîdê Alikî ye. Dîroka çêbûna Mela Yasîn bi awayekî teqez nayê zanîn. Li gorî çavkanîyan di sala 1891/1901?ê de li Panosê hatiye dinyayê û di sala 1976an de li Panosa Agirî wefat kiriye. Mela Yasînê Alikî li ba çendîn aliman ders wergirtine. Herweha Mela Yasîn jî piştî perwerdeya xwe bi muderîsîyê re mijûl bûye û çendîn kesan li ba wî perwerdeya xwe xelas kirine. Mela Yasînê Alikî li dû xwe berhema xwe ya bi navê Xezwetu Huneyn û 5 helbest hiştine. Berhema wî di cûreya cengnameyê de ye, ev cengname û helbestên wî bi Kurdîya Kurmancî ne.
Di vê xebatê de em dê behsa kurtedîroka eşîra Alikan bikin û her du edîbên girîng yên vê eşîrê bidin nasîn. Herwiha em dê bi kurtasî danasîna berhemên wan bikin.
Peyvên Sereke: Eşîra Alikan, Koçerî, Edebîyata Kurdî, Feqe Reşîdê Alikî, Mela Yasînê Alikî.