[go: up one dir, main page]

Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî av av
Îzafe ava avên
Çemandî avê avan
Nîşandera çemandî avê wan avan
Bangkirin avê avino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî avek avin
Îzafe aveke avine
Çemandî avekê avinan
 
Av.

av

  1. Vexwarinareng (zelal) û bêtam ku bo hemû heywan û şênkatiyan pêdivî ye, nîşana kîmyayî H2O.
    Ava vexwarinê, ava zelal, ava genî.
    Cil bi av û sabûnê şûştin.
    Avek li xwe kirin.Dûş kirin.
  2. Çem an robar û jêdereke din ya avê.
    Ava Mezin (Dîcle), Ava Şîn (çemek li Başûrê Kurdistanê)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Têkildar

biguhêre

Binêre herwiha

biguhêre
Serekaniyên avê

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî ئاو(aw), kurdiya başûrî aw, lekî aw, zazakî awe, hewramî awî, farisî آب(ab), peştûyî آب(āb) (ab), belûçî آپ‎(ap), pehlewî 𐭠𐭯‎ (ap), avestayî 𐬀𐬞‎ (ap-), hexamenişî 𐎠𐎱𐎡𐎹𐎠 (apiya), sanskrîtî अप् (ap) (áp), hîtîtî 𒄩𒉺𒀸 (ḫa-pa-aš: çem, robar), prûsiya kevn ape (robar, çem), lîtwanî upė (robar, çem), latviyayî upe (robar, çem), bretonî avon (robar, çem), weylsî afon (robar, çem), îrlandiya kevn aub (robar, çem), albanî amë (kanî), latînî amnis (robar, çem)... hemû ji proto-hindûewropî *h₂ep- (av; çem, robar).

Ji bilî peyva *h₂ep-, di makezimanê proto-hindûewropî de du peyvên din jî yên bi maneya "av" hebûn: 1) *wódr̥ ku serekaniya bo nimûne peyva îngilîzî water û ya rusî вода́ (vodá) ye û 2) *h₂ékʷeh₂ ku serekaniya bo nimûne aqua ya latînî û eau ya fransî ye. Anku tevî nêzîkiya dengî ya av/aw ya kurdî û eau ya fransî, ew ji du rehên cuda ne.

Bi zaravayên din

biguhêre

Bo lîsteya dirêj ya wergeran binêrin: av/Werger

Kurtenav

biguhêre

av

  1. kurtkirina ad valorem
  2. kurtkirina antivirus
  3. kurtkirina audiovisual
  4. kurtkirina avenue
  5. kurtkirina average
  6. kurtkirina avoirdupois
  7. kurtkirina have

Bilêvkirin

biguhêre

av

  1. ji
  2. ji aliyê ... ve

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *h₂epo. Bo zêdegir agahiyan binêrin paşdaçeka ve ya kurdî.

Kurtenav

biguhêre

av

  1. Kurtkirina avenida

av

  1. ji
  2. ji aliyê ... ve

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *h₂epo. Bo zêdegir agahiyan binêrin paşdaçeka ve ya kurdî.

av

  1. nêçîr, rav, şikar, seyd
    Babası ava gitmiş.Bavê wê çûye nêçîrê.
    Bu gün avımız iyi.Îro nêçîra me baş e.

Etîmolojî

biguhêre

Ji osmanî آو‎(av) ji tirkiya kevn 𐰉(āb) ku herwiha serekaniya van peyvên bi heman maneyê ye: azerî ov, ozbekî ov, tirkmenî aaw, oygurî اۋ(aw), qazaxî ау (aw), kirgîzî уу (uu)...