[go: up one dir, main page]

Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rav rav
Îzafe rava ravên
Çemandî ravê ravan
Nîşandera çemandî ravê wan ravan
Bangkirin ravê ravino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ravek ravin
Îzafe raveke ravine
Çemandî ravekê ravinan

rav

  1. Kuştina yan girtina ajelên kûvî.
    Hevmane: nêçîr, şikar, seyd
  2. Gerîna li tiştekê/î û zeftkirina yan peydakirina wê / wî tiştî.
    Rava bêje û biwêjên kurdî dike.
  3. Li ser çermê mirovan li ew derên ku tav(roj) lê dide tarîbûn yan jî esmerbûn e. Li wan deran xet û lekeyên bi rengê qehweyî çê dibin. Bi taybetî li pîreka ev nexweşî pirtir tê dîtin.[1]

Ji wêjeyê

biguhêre
  • Herdû alî rez û dar
    Heta dighê ber zinar
    Çend çiyayên xwedî nav
    Ko me li wan dikir rav
     — (Cigerxwîn, Dîwana 6a, şefaq)

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî raw, belkî ji zimanên îranî.

Çavkanî

biguhêre
  1. Ferhengoka Quran a Pîroz û Arşa wêye bilind, Abdullah Varlı, çapa yekemin