caw
Navdêr 1
[biguhêre]Zayenda nêr a binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | caw | caw |
Îzafe | cawê | cawên |
Çemandî | cawî | cawan |
Nîşandera çemandî | wî cawî | wan cawan |
Bangkirin | cawo | cawino |
Zayenda nêr a nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | cawek | cawin |
Îzafe | cawekî | cawine |
Çemandî | cawekî | cawinan |
caw nêr
- Kereseyê cilan; tiştê cilik jê tên çêkirin.
- paşê jî cawê kesk bi ser textî de berba dikir — (Înan Eroglu: Têbîniyek, Avesta, 2019, r.36)
- Cilik û Caw, Can û Canan, Car û Carna li hev dikin — (Aram Gernas: Baxçeyê Zarokan, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 2008, r. 16)
- Û bi şev ewan cawan wiha bi dirêjayî raxîne... — (Mela Mûsayê Hekarî, Amadekar: Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, 2022 ["1857"], r. 99)
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Bide ber
[biguhêre]Binere herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî cang, herwiha hevreha جامه (camê, “gumlek, kiras”) ya farisî, come ya lûrî, şewî ya kelhûrî جامه (camê) ya farisî di eslê xwe de maneyeke berfirehtir heye, wek di peyvaپاجامه (paycamê)/پايجامه (paycamê, “pîjame, derpê, cilê lingan/piyan”) ku ji farisî bi rêya hindî ketiye îngilîzî (pyjamas) û li dinyayê belav bûye.
Veguherîna dengê m/v/w/b di navbera kurdî û farisî de diyardeyeke naskirî û berbelav e. Lê herwiha "ç/ş/c" jî carinan vediguherin, wek kurmancî "çûn", zazakî "şiyene", farisî "şûden". Rast e ku maneya "çûn" û "şûden" ji hev cuda ye lê rehê wan eynî ye.
Heta "cil" jî dikare hevreha "caw, camê, come, şewî" be. Eger wisa be, bingehê peyvê divê demekê *yaml bûbe. Di peyva "caw, camê, come, şewî" de "m"hatibe parastin û "l" ketibe û di "cil" de jî "m" winda bûbe û "l" hatibe parastin.
Belkî ji proto-hindûewropî *ḱam- (“cil, caw, cang”) ku ihtimal e herwiha serekaniya peyva qemîs e (bi rêya erebî ji latînî) û peyva îngilîzî hame e.
Werger
[biguhêre]- Almanî: Gewebe → de nt, Absage → de m, Baumwollgewand m, Baumwollgewebe → de, Lappen → de m, Tuch → de nt, Wetter → de nt, ?Schweißtuch → de, ?Stoff → de m
- Baskî: ehun → eu
- Bulgarî: Тъкан (Tǎkan)
- Danmarkî: stof → da
- Erebî: قماش → ar
- Farisî: لباس → fa, پارچه → fa
- Fînî: kangas → fi
- Fransî: tissu → fr
- Holendî: stof → nl m, weefsel → nl nt
- Îbranî: בד → he m
- Îngilîzî: fabric → en, textile → en, cloth → en, pot → en
- Îtalî: tessuto → it
- Mecarî: szövetanyag → hu
- Norwecî: tekstil
- Polonî: materiał → pl, tkanina → pl, struktura → pl
- Portugalî: produtos têxteis
- Rusî: ткань → ru (tkanʹ)
- Slovakî: tkanina, látka
- Slovenî: tkanina → sl, blago
- Spanî: tejido → es
- Swêdî: tyg → sv, väv → sv, system → sv, konstruktion → sv
- Tirkî: kumaş → tr, bez → tr, pamuk bezi → tr, bezirgân başı, dokuma → tr, tekstil → tr, çözme → tr
- Yûnanî: ύφασμα → el (ýfasma), υπόθεμα → el (ypóthema), πλέγμα → el (plégma), φέρων οργανισμός (féron organismós)
Navdêr 2
[biguhêre]caw mê
- (Pêrtag) Guhartoyeke cewab (“bersiv”).
- Min cawa wê/wî da.
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]caw
Çavkanî
[biguhêre]- ↑ Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah