Kamala Harris
Kamala Harris | |
---|---|
49em Cîgirseroka DYAyê | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 20ê kanûna paşîn a 2021ê | |
Serokdewlet | Joe Biden |
Berê | Mike Pence |
Jiyan | |
Jidayikbûn | Kamala Devi Harris[a] 20ê çiriya pêşîn a 1964an Oakland, California, DYA |
Partiya siyasî | Partiya Demokrat |
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Malper | |
Şanenav | |
biguhêre |
Kamala Devi Harris (jdb. 20ê çiriya pêşîn a 1964an li Oakland, Kalîforniya, DYA) siyasetmedar û parêzereke amerîkî ye ku ji sala 2021ê vir ve 49emîn cîgirê serokê DYAyê, di bin serok Joe Biden de kar dike. Ew yekem jin, yekem afroamerîkî û yekem asyaamerîkî ye ku cîgira serok e, ji ber eslê xwe yê jamaykan û hindî. Ew di dîroka DYAyê de karbidesta jin a herî payebilind e. Ji 2017 heta 2021, wê di senatoya Dewletên Yekbûyî de nûnertiya Kalîforniya kir. Berî wê, ew dozgera giştî ya Kalîforniyayê bû.
Harris li Oakland, Kalîforniyayê ji dayik bû û li Zanîngeha Howard û Zanîngeha Kalîforniyayê ji Koleja Hiqûqê ya Hastings mezûn bû. Wê kariyera xwe ya dadgeriyê li ofîsa dozgeriya navçeyê ya wîlayeta Alameda dest pê kir. Ew ji bo Ofîsa Dozgeriyê ya Navçeya San Francisco û paşê jî ji bo ofîsa dozgeriyê ya bajarê San Francisco hate wezîfedar kirin. Ew di sala 2003ê de wekî dozgera navçê ya San Francisco û di 2010ê de wekî dozgera giştî ya Kalîformiyayê hate hilbijartin, û di 2014ê de wekî dozgera giştî hate hilbijartin. Weke dozgera navçeya San Francisco û dozgera giştî ya Kalîforniyayê, Harris yekem jin, yekem afroamerîkî û yekem asyaamerîkî bû ku di wan ofîsan de cih bigire.
Harris ji 2017ê heya 2021ê senatora junior a amerîkî ya Kalîforniyayê bû. Ew di hilbijartinên 2016ê de Senatoyê bi ser ket, bû duyemîn jina afroamerîkî û yekem senatora asyaamerîkî. Wekî senator, Harris ji bo qanûnên hişktir ên kontrolkirina çekan, Zagona DREAM, qanûnîkirina federal ya kanabîsê, û reformên lênihêrîna tenduristî û bacê piştgirî kir. Wê ji ber lêpirsîna xwe ya berbiçav ji rayedarên rêveberiya Donald Trump di dema rûniştinên senatoyê de profîlek neteweyî bi dest xist.
Di sala 2019ê de Harris xwest bibe namzed ji bo serokatiya Demokratan a 2020ê, lê berî hilbijartina seretayî xwe ji pêşbaziyê vekişand. Biden dû re wê kir rêhevala xwe ya hilbijartinê, lê ew ji bo hilbijartina serok û cîgirê serok li hemberî Donald Trump û Mike Pence têk çûn. Lê Harris wekî serokê Senatoyê rolek girîng lîst: Wê bi dayîna dengê xwe alîkariya qanûnên girîng kir, wekî ji bo Qanûna Plana Rizgarkirina Amerîkî ya 2021ê û Qanûna Kêmkirina Enflasyonê ya 2022ê. Piştî ku Biden ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024ê namzediya xwe vekişand, Harris bi piştgiriya Biden dest bi kampanyaya xwe kir. Di 6ê tebaxê 2024ê de, wê Tim Walz, waliyê Minnesota, wekî rêhevala xwe hilbijart.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Debolt, David (18 tebax 2020). "Here's Kamala Harris' birth certificate. Scholars say there's no VP eligibility debate". The Mercury News. The MediaNews Group Inc.