[go: up one dir, main page]

Here naverokê

Arthur Rimbaud

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arthur Rimbaud
Image dans Infobox.
Helbestvanê fransî Arthur Rimbaud di sala 1872an de
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Boutet Cemetery (d) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Jean Nicolas Arthur RimbaudLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê kurt
Arthur RimbaudLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Helbestvan, arms trader, vebîner, world traveler, leşker ( - )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Rédacteur à
Chimère (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Frédéric Rimbal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Vitalie Rimbaud (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Isabelle Rimbaud (en)
Vitalie Rimbaud (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Symbolism (d), Decadent movement (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Bandorbar
Xelat
Concours général (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bilêvkirin
Xebatên navdar
Le Bateau ivre (d), A Season in Hell (d), Illuminations (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Arthur Rimbaud
Şanenav
Wêneyê goristanê

Jean-Nicholas-Arthur Rimbaud (jdb. 20ê çiriya pêşîn a 1854an - m. 10ê çiriya paşîn a 1891ê) helbestvanekî fransayî ye ku li ser jiyana wî fesane hatine hûnandin. Pêşengê tevgerên sembolîzm û surrealîzmê ye.

Arthur Rimbaud li li Charlevilleya (îro beşeke Charleville-Mézièresê) departmana Ardennesê ji dayik bû û xwendina xwe li wir kir. Bavê wî Frédéric Rimbaud li garnîzona Lyonê sedvanî dikir, diya wî Vitalie Cuif pîrekeke hişk û ji alî dînî ve sofî bû. Bavê wî di sala 1860an de dev ji malbata xwe berda û ket garnîzona Grennobleyê, ji ber vê yekê jî Rimbaud ji aliyê diya xwe ve hatiye mezinkirin. Rimbaud xwediyê karakterekî acis û serhildêr bû, piştî demekê li dijî malbata xwe û li dijî destûrên dînî û ehlaqî derket. Di 1870an de mamosteyê retorîkê Georges Izambard jêhatîbûna wî ya li ser wêjeyê fêhmkir û wî teşwîqî nivîsandinê kir.

Helbestvaniya wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûyerên 1870-71ê bûn sedemê şiyarbûna hestên wî yên serhildêr ku ji zarokatiyê ve di nav dilê wî bi tundî cih digirtin. Piştî şer dest pê kir, reviya Parîsê, lê di rê de ji ber ku bê destûr rêwîtî dikir hatiye girtin. Ji aliyê Georges Izambard ve hatiye xelaskirin û bi hev re dîsa vegeriyan Charlevilleyê. Di îlona 1971ê de li ser vexwendina hevalê wî yê nameyan helbestvan Paul Verlaine dîsa çû Parîsê. Li mala wî ma. Li Qehwên Parîsê yên navdar tevlî guftugoyên li ser huner û siyaseta wê demê dibe û absintê vedixwe û efyûnê dikişîne. Jiserxweçûna wî gihaşt kertikek werê heyta çû li dîwarê dêrê "ji Xwedê re mirin" nivîsand.

Di tîrmeha 1872an de tevlî Verlaine Parîs terikand û bi hev re li Belçika û Almanyayê jiyaneke gerok û beradayî jiyan. Di vê navbênê de gelek helbest nivîsandin ku giş dawiyê li bin navê Illuminations hatin weşandin.

Di 1873an de li Brukselê Rimbaud ji aliyê dostê xwe Verlaine ve bi guleyek debançeyê ji zendika xwe hatiye brîndarkirin. Verlaine, ketibû riya dînî û dixwest Rimbaud jî wek wî bawerî Xwedê bike. Piştî vê bûyerê ji hev dûr bûn û piştî hevdîtineke din di 1975an de li Stuttgartê jî heta dawiya temenê xwe hev nedîtin.

Di 1873an de Rîmbaud pirtûka xwe ya navê wê Une Saison en enfer (Di Dojehê de Demsalek) ku tê de helbestên qala gişê dînîtî û beradahiyên xwe dike hebûn, weşand.

Di 1875an de Rimbaud dev ji nivîsandina helbestan berda û dest bi jiyanek bi rêwîtiyan û serpêhatiyan tije kir. Piştî ku vegeriya Ewropayê demekê li Awistirya, Îtalya û Almanyayê ma. Di sala 1877an de tevlî artêşa Holandê bû û çû heta Cawayê lê pir derbas nebû ji artêşê reviya. Paşî çû Kîprosê û ji 1880an wir ve li Afrîkayê bi cî bû û li Aden û li Harrarê dest bi bazirganiya çekan û a mirovan kir; mebesta wî bi firotina çekan di riyeke kin de dewlemendbûn bû. Piştî demekê dewlemend bû jî. Lê ji ber ku di çoka wî a rastê de girêkek derket, ji bo derman dîtinê mecbûr ma ku vegere Fransayê. Çend meh piştî ku li Marsilyayê lingê wî hatiye jêkirin di 10ê çiriya paşîn a 1891ê de li Nexweşxaneya Coceptionê ji kangrenê mir.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]