11ê adarê
Xuyakirin
<< | Adar 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- B.Z. 522 – Gomadayê medî li bajarê Payşiyavada li dijî hikûmdariya Daryûsê Mezin serî hilda.
- 1925 – Kovara Diyarî Kurdistan li Bexdayê derket.
- 1970 – Beyana 11'ê Adarê; Ji aliyê hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê danezanek hate eşkere kirin. Li gorî danezanê, otonomî ji bo kurdan dihate nasîn. Deklerasyona fermî ji aliyê Sedam Huseyn û Mistefa Berzanî ve hatibû îmzekirin lê ev danezan di pratîkê de pêknehat.
- 1974 – Dema ku li ser peymana otonomiyê ya Iraqê lihevhatin çênebû, di navbêra hêzên Iraq û PDK'ê de şerên dijwar destpê kirin.
- 1991 – Li bajarên başûrê Kurdistanê; Hewlêr û Xaneqînê serhildan destpê kirin û ev bajar ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1999 – Gerîlayên kurd ên bi navê kod Ekrem Hazan, Milîtan, Firat, Îzzet, Cengiz, Laşer û Serdar li Golavê, gerîlayên bi navê kod Kendal Amed, Bager, Tayip Tolhildan, Aslan Rojhilat û Palû di navbera Sason û Golakê ya ser bi bajarê Amedê, her wiha gerîlayê bi navê kod Welat li herêma Mêrdînê di encama şerên bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest dan.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1669 – Li Îtalyayê çiyayê volkanîk Etna teqiya. Di encama karesatê de 15 hezar kes mirin. Balkêşe ku 672 sal piştî vê bûyerê dîsa di heman rojê de ango di 11 adara sala 1974an de çiyayê Volkanîk yê Îtalyayê Etna dîsa teqiya.
- 1917 – Leşkerên brîtanî bajarê Bexdayê dagir kirin.
- 1947 – Dewleta tirk bû endamê Fona Diravan a Navneteweyî IMF'ê.
- 1948 – Li nêzî bajarê Hayfe di encama êrîşeke şervanên filîstîniyan a li ser otobuseke cihûyan de 37 cihû hatin kuştin.
- 1977 – Misilmanan li Washingtonê 130 kes rehîn girtin.
- 1979 – CENTO belav bû. Wezareta karê derve ya Îranê berpirsyariyên xwe yên di CENTO'yê de redkirin. Pakistanê jî daxûyakirin ku ew paşve dikişe.
- 1985 – Li Yekîtiya Sovyetan, piştî kuştina serokê Partiya Komunîst Çernenko, Mîxaîl Gorbaçov bû serokê partiya komunîst.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1925 – İlhan Selçuk, rojnamevanê tirk
- 1944 – Lutz Mackensy, lîstikvanê, axiverê lîstika radyoyê û dûblajvanê alman e.
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2006 – Slobodan Milošević, siyasetmendê yûgoslav
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)