[go: up one dir, main page]

Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ba ba
Îzafe ba bayên
Çemandî ba bayan
Nîşandera çemandî ba wan bayan
Bangkirin bayo bayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bayek bayin
Îzafe bayekî bayine
Çemandî bayekî bayinan
 
Dar li ber bayî diçemin.

ba nêr

  1. Hewayê ku dilive.
    Îro bayekî sar tê.
  2. Hêzek civakî yan aborî yan siyasî.
    Bayê azadiyê.
  3. Kuş, tir, fis, piv.
    Bayek berda, bêhnek bi ser odeyê xist!
  4. Bêwate, hewante.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Sed hizar çav min divîna
    Bayekî perde hilîna
    Xet û xal min têr bidîna
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din

biguhêre

Têkilî

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî با(ba), kurdiya başûrî وا(wa), hewramî wa, zazakî va / vay, partî wād, farisî باد(bad), tacikî бод (bod), avestayî vā́ta, vātō (vate-, vato-), belûçî گوات(gwat), sanskrîtî वात (vā́ta), latînî ventus, fransî vent, swêdî vind, îngilîzî wind, almanî Wind, toxarî A want, wänt, toxarî B yente, yûnaniya kevn ἀέντα (aenta), bretonî gwent, weylsî gwynt, hîtîtî huwanz... hemû ji proto-hindûewropî *h₂wéh₁n̥ts (ba) ji *h₂weh₁- (ba hatin, ba lê dan). Bo guherîna B/V/W bide ber: baran, berf. Bo guherîna B/G bide ber: beraz, birçî, binas. Ji eynî rehî: he-wa.

Çavkanî:
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 35.
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 95
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966, r. 140
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Bi zaravayên din

biguhêre
  • Soranî: با(ba)
  • Kurdiya başûrî: وا(wa)
  • Zazakî: va n
  • Hewramî: wa
biguhêre

ba

  1. bang, gazî, hawar, deng: ba kirin
    bang kirin, gazî kirin

Etîmolojî

biguhêre

Qusandin ji bang: bang > ban > ba

Daçek 1

biguhêre

ba

  1. cem, nik
    ba: Ez çûm ba wê.
    ji ba: Ez ji ba wê hatim.
    li ba: Ez li ba wê me.

Were ba min.

  • Were tela min
  • Were gel min
  • Were cem min
  • Were rex min
  • Were nik min
  • Were def min
  • Were rav min
  • Were kêleka min
  • Were tenişta min
  • Were hêla min
  • Were hinda min
  • Were rû min

Etîmolojî

biguhêre

Kurtkirina bal.

Daçek 2

biguhêre

ba

  1. (Tenê di klasîkan de) bi

Etîmolojî

biguhêre

Ji farisî با(ba), hevreha kurmancî bi, soranî be, pehlewî ped.

ba

  1. Bila, dibe ku, destûr heye ku.
    Ba ew jî were.
  2. Bila, divê ku, gerek e ku, lazim e ku.
    Ba hespê xwe li wir nesekinîne!

Etîmolojî

biguhêre

Kurtkirina bila ji erebî [Peyv?].

Formeke lêkerê

biguhêre

ba

  1. bûya, baya
    • Eger hikûmet di aştiyê de jidil ba, wê çaxê qereqol çênedikir. Em van qereqolan qebûl nakin û heta çêkirina wan neyê sekinandin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. — (rudaw.net/kurmanci 4/2014)

Etîmolojî

biguhêre

Kurtkirina bûya.

ba

  1. ba (hewa)
  2. bila, ba

ba

  1. dizîn, dizî kirin

ba nêr

  1. (malbat) bav, bab

Bilêvkirin

biguhêre

ba

  1. (malbat) bav, bab