Papers by Kurdiname International Academical Journal
Zanyarên zimannasîyê, ji serê sedsala nozdehan ve zimanê kurdî ji hêla taybetmendîyên wî yên "cog... more Zanyarên zimannasîyê, ji serê sedsala nozdehan ve zimanê kurdî ji hêla taybetmendîyên wî yên "cografî" ve li şaxên mîna "kurdîya bakur, kurdîya başûr, kurdîya naverast û kurdîya rojava" dabeş kirîye; ji hêla taybetmendîyên wî yên rêzimanî ve li dîyalektên mîna kurdîya kurmancî, kurdîya soranî, kurdîya lorî, kurdîya goranî û kurdîya dimilî/kirmanckî dabeş kirine. Zimannasan ev dîyalekt jî, li gor awayê axaftina axiverên wan û taybetmendîyên cografyaya wan dabeşî devok û şêweyên cîya cîya yên mîna botî, torî, serhedî, badînanî û efrînî kirine. Devoka Xerzan ku mijara vê lêkolînê ye, ji hêla cografyaya axiverên xwe ve di nav kîjan devera cografyaya kurmancî de cih digire û ji hêla kîjan taybetmendîyên xwe yên gramerî-morfolojîk ve ji devokên din ên kurmancî cîyawaz dibe, wekî "pirsgirêka vê lêkolînê" hat dîyarkirin. Piştî ku ji lîteratura zimannasîya kurdî, qada xebatên dîyalektnasîyê di ber çavan re hat derbaskirin, hat dîtin ku devoka Xerzan bi awayekî baş bi ber çavdêrîya lêkolînerên zimannasîya kurdî neketîye û taybetmendîyên wê yên cografî û gramerî nehatine nirxandin. Li ser vê sedemê pêdivî hat dîtin ev xebat li ser wê bihê kirin. Lewra mebest bi vê lêkolînê ew e ku taybetmendîyên cografî û morfolojîk ên vê devokê bihên tesbîtkirin û cihê wê yê di nav dîyalekta kurmancî de bihê dîyarkirin. Ji ber ku devoka Xerzan jî mîna devokên kurmancîya jorîn ên mîna botî, torî, serhedî û badînî xwedan cihêrengîyên cografî û morfolojîk bû, xebata li serê ji bo qada zimannasîya zimanê kurdî giring hat dîtin. Lewra ji bo vê tesbîtê, çawa ku ji çavkanîyên nivîskî yên li ser devok û dîyalektên kurdî ku di lîteraturê de cih girtine sûd hat wergirtin, ji axiverên wê yên zindî jî daneyên mînak hatin wergirtin. Di encama lêkolînê de hat dîtin ku devoka Xerzan ji hêla devera xwe ya cografî ve di nav tixûbên "kurdîya bakur" de dimîne; ji hêla taybetmendîyên xwe yên xweser ên zimanî ve jî di nav tixûbên dîyalekta kurmancîya jorîn de cih digire.
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Koleksîyan destxetên kurdî ya Aleksander Auguste Jabayî ya ku bi alîkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî ve... more Koleksîyan destxetên kurdî ya Aleksander Auguste Jabayî ya ku bi alîkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye amadekirin di dîroka xebatên Kurdolojiyê de xwedî payeyekî bilind e. Ji ber ku hem derbarê Kurdan û jiyana wan a di sedsala 19an de agahiyên berkeftî dayîne, hem jî gelek helbest, çîrok, destan û mesnewî ji nemanê xilas kirine û gehandine roja me. Ev koleksîyon ji bo tarîxa edebiyata kurdî jî girîng e, ji ber ku digel gelek xebatên dî yên edebiyata klasîk, edebiyata gelêrî û qadên dîtir ên wekî tarîx, bawerî, civaknasîyê Jaba di nava vê koleksîyonê de heşt helbestvanên Kurd ên edebiyata klasîk a kurdî jî dide nasin. Navê Feqiyê Teyran jî di nava wan helbestvanan de tê hejmartin û derbarê jiyan û berhemên wî de agahî tên dayîn. Herwiha di koleksîyonê bi xwe de digel gelekên dî ên di berhevokên cuda cuda de, şeş nusxeyên berhemên Feqiyê Teyran ên serbixwe jî hene. Ji wan nusxeyan du lib destxetên Ey Av û Avê ne ku di dawiya wan de bêyî serenav qismek ji helbesta Îro qewî girya me tê heye. Her çar nusxeyên dî destxetên Şêxê Sen'anî ne. Ji wan nusxeyan yek destxeteke kêm e, lê yên mayî nusxeyên kamil in. Armanca vê xebatê danasîna hemû xebatên Feqî ne yên ku di koleksîyona Jabayî de hene. Em hêvî dikin ev xebat ji bo xebatên ku siberojê li ser Feqî bêne kirin, dê rêyekê bo lêkoleran veke û di peydakirina berhemên Feqî de karê lêkoleran hêsantir bike. Di xebatê de me behsa dîrokçeya koleksîyona Jabayî kiriye, derheqê jiyan û berhemên Feqiyê Teyran de bi kurtasî agahî pêşkeş kirine û me her şeş nusxeyên serbixwe yên Ey Av û Avê û Şêxê Sen'anî digel du nusxeyên dî yên menzûmeya Ey Ev û Avê yên ku di mecmûayên cuda cuda de cih digirin, di bin banê 27 xalan de dayîne nasîn.
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Şêx Şehabeddînê Tîlî alim, mitesewif û miderisekî serdema xwe bûye. Di sedsala 19em de di heyama ... more Şêx Şehabeddînê Tîlî alim, mitesewif û miderisekî serdema xwe bûye. Di sedsala 19em de di heyama dawî ya Osmanî de jîyaye. Şêx Şehabeddîn li Tîla navçeya Mûşê hatiye dunyayê. Malbata Şêx Şehabeddîn pêşî Qadîrî bûye û paşê bi malbatî derbasî Terîqeta Neqşebendîyê bûne. Şêx Şehabeddîn piştî wefata bavê xwe dev ji wezîfeya qadîtîyê berdaye û çûye Norşînê û bûye pêgirîyê Şêx Ebdurrehmanê Taxî. Şêx Şehabeddîn heta Hezret seyr û silûka xwe qedandiye, li medreseya Norşînê jî miderisî kiriye. Şêx Şehabeddîn li ba Şêx Ebdirrehmanê Taxî dest bi seyr û silûkê kiriye, lê piştî wefata Taxî întîsabî kurê wî Hezret kiriye û xelîfetî jî ji wî wergirtiye. Lewra Şêx Şehabeddîn bûye xelîfeyê ewil ê Hezret. Şêx Şehabeddîn piştî bidestxistina xîlafeta terîqeta Neqşebendîyê li Tîl û derdora Mûşê wezîfeya îrşadê kiriye. Şêx Şehabeddîn li pey xwe tenê xelîfeyek hiştiye û di sala 1326/1908an de rehmet kiriye û qebra wî li Tîla Mûşê ye. Li gorî zanîn û çavkanîyên li heyî ti berhemên Şêx Şehabeddîn tune ye an jî li ser navê wî ti berhem nehatiye weşandin. Di vê xebatê de em ê li ser helbesta wî ku hêj nehatiye çapkirin rawestin. Bi vê xebatê dê helbestnûsîya wî bê zanîn û ev medhîyeya wî jî dê di lîteratûrê de cihê xwe bigire. Em ê di vê gotarê de vê medhîyeyê ji alîyê şeklî û naverokî ve binirxînin û metna transkirîbekirî ligel destxetên wê bidin. Piştî vê lêkolînê alîyê Şêx Şehabeddînê Tîlî yê tesewifî û edebî dê di perspektîfa Neqşebendîtîya Xalidîtîyê de bê zelalkirin.
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Dîroka rojnamegerîya Kurdî bi awayekê giştî ji rojnameya Kurdstanê (1898-1902) ku li Qahîreyê sal... more Dîroka rojnamegerîya Kurdî bi awayekê giştî ji rojnameya Kurdstanê (1898-1902) ku li Qahîreyê sala 1898an derçû, dest pê dike. Li Başûrê Kurdstanê jî vê yekê wek despêka dîroka rojnamegerîya li Başûrê Kurdistanê dihesibînin û her sal vê dîrokê li Başûrê Kurdstanê bi awayê curbicur bi bîr diînin. Li piştî 1991ê de, Kovara Peyvê yek ji wan kovaran bû ku rolekê baş hebû ji bo pêşxistina edebiyata Kurdî bi awyekê giştî û dema em li naveroka vê kovarê binêrin, ev yek xuya dibe ku kovara Peyvê ji du beşan pêk dihê. Beşek bi Kurdîya tîpên Erebî bi devoka Badînî dihê nivîsandin beşa dîtîr jî bi Kurmancî û bi tîpên Latînî dihê nivîsandin. Kovara Peyvê li kîve dihê weşandin? Cihê Kovarê di edebiyata Kûrrmancî da çawa ye? Li Başûrê Kurdstanê Kovara Peyvê yekemîn kovar e ku bi tîpên Erebî û Latînî hatîye weşandin. Mekanê kovarê di edebyata Kûrmancî da xuya ye. Nivîskarên hemû perçên Kûrdstanê nivîsên xwe di vê kovarê da diweşînin. Ev dibe eger ku piranîya nivîskar û xwendevanê kurd bi rêya kovara Peyvê agehdarî edebiyata Kûrmancî bibin. Bi awayekê din anku em dikarîn bibêjîn kovara Peyvê bû rêyek ku hevnîzîkbûnekê di navbera edebiyata hemû perçeyên Kurdistanê da dirust dike ku bikarin nivîsên xwe di nav da biweşînin.
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Kurte Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî yek ji şêxên Xelwetî yên sedsala XVII-an e ku di dîroka kurdan a... more Kurte Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî yek ji şêxên Xelwetî yên sedsala XVII-an e ku di dîroka kurdan a tesewifî de jî şair û mutesewifekî giring e. Wî li bajarê Xelatê di tekya û hengahan de xizmetên îrşadê bi rê ve biriye ku ev bajar di wê serdemê de yek ji navendên giring ên tesewifî yên Mîrektiya Bedlîsê bû. Malbata Şêx Şemsedîn, bi eslê xwe ji Hemedanê ye ku ew der dikeve herêma berfireh a Cîbal/Kohistanê. Wê malbatê di dîrokê de maweyeke dirêj ji bo terîqeta Suhrewerdiyê xizmet kiriye û piştre derbasî hêla Xelatê bûye. Li Xelatê, piştî ku întisaba terîqeta Xelwetiyeyê kiriye vê carê jî li vê deverê bûye nûnerê vê terîqetê û ji bo belavbûna wê gelek hewl daye. Îcar ji vê malbatê Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî herçiqas di silsileya Xelwetî de xwedî cihekî giring bigire û di warê tesewifê de hin berhem nivîsîbin jî îro tenê dîwançeyeke wî maye. Naveroka helbestên wî yên tesewifî bêtir esas û usûlên wehdetê wucûd, seyrê sulûk, evîna îlahî, zuhd, tezkiyeya nefsê û mijarên bi vî rengî dihewîne. Di nav wan helbestên wî de qesîdeya wî ya bi paşserwaya "Çelebî" ji hevdeh beytan pêk hatine ku ji aliyê ahenga mûzîkê û serwaya hundirî ve dewlemend e. Şair di vê qesîdeya xwe de ji ilmê belaxetê sûd wergirtiye û serî li hunerên wek luzumî mala yulzem yan jî îltizamê daye û bi awayekî hostayane teknîkên onomatopoeia û alîterasyonê bi kar anîne. Wî esasên bingehîn ên tesewifî yên wekî teqwa, zikrên şevê, nimêja teheccudê, înziwa û xelwetê di vê helbesta xwe de xebitandine. Me di vê xebatê de ev qesîde ji aliyê dîrokî, dînî, mûsîqî û edebî ve rave kir û li gorî rêbaza şiroveya modern analîza wê ya tesewifî kir. Armanca me bi vê nivîsarê ew e ku em bi rêya tehlîla qesîdeya Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî tevkariyê li lîteratura şirove û analîza helbestên kurdî bikin.
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Dawet, şahîya zewacê ye. Di heman demê de ji bo zewacê merasȋmeke şahidȋyê ye. Dawet edetên cuda ... more Dawet, şahîya zewacê ye. Di heman demê de ji bo zewacê merasȋmeke şahidȋyê ye. Dawet edetên cuda ne, di temamê civakan de. Di nav salan de ev edet tên guhertin. Dawet di nav kurdan de beşeke gelek giring e ji çanda wan. Ji ber vê ye ku neyê parastin dê winda dibe. Ji bo parastinê gelek tedbîr hene. Ji wan tedbîran yek jî qeydkirina zanyarȋ ye. Farqȋn ji alȋ çandê ve dewlemend e. Dawet beşên gelek giring in di çandê de. Ji ber tesȋrên dȋrokȋ û civakȋ edetên dawetan tim tên guhertin. Hin jȋ di salên 1980î de hatin guhertin. Guhertin û edetên ku nû çêbûn nêzȋ bȋst salan dewam kir. Ji ber teknolojȋyê gelek regez hatin terkkirin. Edetên ku mane bi guhertinên nû ve berdewam in. Peyvên Sereke: Farqȋn, edetên zewacê, pȋrozbahȋyên zewacê. Özet Dügün evlilik için kutlamadır. Evliliğe şahitliktir. Bütün toplumlarda değişik şekilde icra edilen âdetlerdir. Son yıllarda bu âdetlerde değişim-dönüşüm oldu. Düğün, Kürtler'de kültürlerinin çok önemli bir parçasıdır. Dolayısıyla bu adetlerin korunması gerekir. Korunması için birçok tedbir mevcuttur. Bu tedbirlerden bir onları kayıt altına almaktır. Silvan kültür bakımından zengindir. Düğün, kültürün önemli bir parçasıdır. Tarihi ve sosyal amillerden düğün adetleri değişime uğradı. Seksenli yıllarda düğünlerin bazı adetleri değişime uğradı. Bu değişimler ve yeni âdetler takriben yirmi yıl sürdü. Teknolojik gelişmelerden dolayı birçok uygulama terk edildi. İcra edilen âdetler devam etmekteler
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Ji bo xebatên ilmî hebûna çavkanîyan pêwist e. Lewra ji bo ku mirov bikaribe derheqê mijarekê de ... more Ji bo xebatên ilmî hebûna çavkanîyan pêwist e. Lewra ji bo ku mirov bikaribe derheqê mijarekê de biaxive divê hinek çavkanî hebin. Herweha kesê ku bixwaze ku li ser Kurdan xebateke ilmî çêbike divê haya wî ji çavkanîyên erebî hebe. Lewra çawa ku çavkanîyên mayîn yên derbarê Kurdan de girîng in herweha çavkanîyên erebî jî gelek girîng in. Di nav van çavakanîyan de Qur'ana Kerîm cihekî taybet digire. Lewra piştî ku Xwedê Qur'ana Pîroz şand Qur'an bû wesîleya hîdayeta gelek kesan û neteweyan. Ji her miletî gelek kesan ji bo ku Qur'anê fêm bikin û gorî wê jîyana xwe bidomînin li ser Qur'anê gelek xebat kirin. Di nav van xebatan de kitêbên tefsîrê gelekî girîng in. Di Qur'anê de navê gelên wekî Kurd, Tirk, Îngîlîz, Fars û hwd. cih negirtine. Lê di kitêbên tefsîrê de di şîroveya hinek ayetan de behsa hinek miletan hatîye kirin. Hîn di sedsala yekemîn û duyemîn a hîcrî de di hinek tefsîrên ku li ser Qur'anê hatine çêkirin de navê Kurdan cih girtîye. Hinek ji mufessiran gotine ku "Di filan ayeta Qur'anê de qala Kurdan hatîye kirin.", "Filan ayet behsa Kurdan dike.", "Ev ayeta Kurdan nîşan dide." û hwd. Hinek ji van mufessiran Mucahid, Taberî, Wahidî, Qurtubî, Beydawî û İbn Aşûr in. Hinek ji van ayetên ku mufessiran gotine ku ew ayet behsa Kurdan dike jî ev in: 1-Ayeta çil û çaremîn a sûreyê Hûd. 2-Ayeta bîst û duyemîn a sûreyê Kehf. 3-Ayeta şêst û heştemîn a sûreyê Enbiya. 4-Ayeta şazdemîn a sûreyê Feth. Ji bilî van ayetan, di tefsîrên hinek ayetên din de jî mufessiran bi hinek munesebetan behsa Kurdan kirine. Em ê di vê gotarê de nêrînên hinek mufessiran en derheqê Kurdan de derxînin holê. Em ê binêrin ka Kurd bi çi hawayî bûne mijara van tefsîran, em ê tesbîta wan bikin.
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Kurdiname, 2022
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Bookmarks Related papers MentionsView impact
Uploads
Papers by Kurdiname International Academical Journal